`Divê cezayê darvekirinê yê li mamoste Zehra Mihemed hatî birîn bê betalkirin`

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk binpêkirinên desthilata Îranê der heqê çalakvanên kurd  de di serî de Zehra Mihemed şermezar kirin û banga betalkirina tewanê û rawestandina cezaya dervekirinê kir.

`Divê cezayê darvekirinê yê li mamoste Zehra Mihemed hatî birîn bê betalkirin`
23 mijdar, 2019   15:52
QAMIŞLO

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk îro daxuyaniyek girêdayî girtina desthilata Îranê mamsote Zehre Mihemed û birîna cezaya darvekirinê der heqê wê de ji ber ku bi zimanê zikmakî(kurdî) fêr kiriye da. Daxuyanî ji hêla berpirsa komîteyê ve Sîham Dawûd ve li ber avahiya komîteyê li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Zehra Mihemed çalakvan û endamê saziya zimanê kurdî û wêjeya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji hêla Rejîma Îranê ve di meha Gulanê de ji ber ku bi zimanê kurdî fêr kiriye hate girtin. Ji ber wê desthilata Îranê di Mijdarê de cezaya darvekirinê der heqê wê de birî.

Komîteyê destnîşan kir ku Rejîma Îranê maf didê xwe ji bo ku Zehra Mihemed darve bike ji ber ku erka xwe ya neteweyî pêk aniye û xwestiye bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bike û pêş bixe. Desthilata Îranê pêşxistina çand û zimanê kurdî li ser hebûna xwe xeter û asteng dibîne.

Komîteyê di berdewama daxuyaniyê de got: "Di vir de asta pozbilindiya Rejîma Îranê di qedexekirina pêşketina ziman û çanda kurdî û pişaftina çanda gelê kurd de diyar dike. girtina mamoste Zehra delîlê wê ye."

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk binpêkirinên desthilata Îranê der heqê çalakvanên kurd di serî de Zehra Mihemed şermezar kir û banga betalkirina tewanê û rawestandina cezaya darvekirinê kirin.

(şx)

ANHA