Di Komxebata jinan de çîroka azara koçbereke ji Serêkaniyê

Di komxebata jinan de koçbereke ji Serêkaniyê çîroka koçberiya xwe ya 4 caran a ji ber êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vegot û got "Rêxistinên mafên mirovan li ku ne?"

Di Komxebata jinan de çîroka azara koçbereke ji Serêkaniyê
23 mijdar, 2019   13:43
QAMIŞLO

 Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" çalakiyên komxebata diyalogê bi sponseriya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê dest pê kir.

Piştî destpêkirina çalakiyên komxebatê, diyalogê bi axaftina seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Roken Ehmed dewam kir û bi vegotina jinekê ya çîroka xwe ya ji Serêkaniyê koçber bûye ku şahida komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi mafên şênî û welatê wê de pêk anîne, pê de çû.

AZARA KOÇBERIYA 4 CARAN

Koçbera bi navê Îman Mamo ku ji Serêkaniyê ye, got li taxa Şêxmeqsûd a Helebê beriya çend salan dijiya. Piştî êrişa çeteyan li bajarê Helebê, neçar ma koçî bajarê Kobanê bibe û li wir bi cih bibe. Her wiha piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajarê Kobanê di sala 2014’an de berê xwe dide bajarê Efrînê.

Îman Mamo piştrast kir ku ew şahida kuştina 5 birayên xwe bi destê çeteyên DAIŞ’ê di êrişa li dijî bajarê Kobanê de ye û tevî zarokên xwe berê xwe da kantona Efrînê û li wir ma heta bajarê Kobanê hate rizgarkirin.

‘ÇETEYÊN DAGIRKERIYÊ JI KUŞTINÊ TÊR NEBÛN’

Îman Mamo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hê jî ji kuştinê têr nebûye û dest bi êrişa li dijî bajarê Efrînê kir, dagir kir û komkujî bi mafên sivîlan de pêk anî.”

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Îman koçberî bajarê Serêkaniyê dibe û piştî salekê dîsa koçber dibe.

Îman îşaret pê kir ku keçeke wê ku 3 salî ye, ji ber bombebaranê felc bûye.

Li dawiyê Îman wiha anî ziman: "Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Em alîkariyê naxwazin, tenê vegera li xak û malên xwe dixwazin."

(fr)

ANHA