Odeya Aborî û Bazirganiyê kel û pelên Tirkiyê boykot kirin

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Odeya Aborî û Bazirganiyê ya herêma Firatê kel û pelên Tirkiyê boykot kirin.

Odeya Aborî û Bazirganiyê kel û pelên Tirkiyê boykot kirin
23 mijdar, 2019   13:21
KOBANÊ

Endamên Odeya Aborî û Bazirganiyê ya herêma Firatê li Kolana Tilel a naverasta bajarê Kobanê kom bûn û wêneyên qurbaniyên sivîl ên ku di encama êrişên artêşa Tirk de şehîd bûne, hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Odeya Aborî û Bazirganiyê ya herêmê Firatê ve Salih Mislim hate xwendin.

Di daxuyaniya Odeya Aborî û Bazirganiyê de wiha hate gotin:  "Êdî armancên dewleta Tirk diyar in. Ji ber ku gelên me beramberî êrişên artêşa Tirk bê bersiv neman û li dijî êrişên çeteyan piştevanî dan QSD`ê. Di vê çarçoveyê de berpirsyariya dîrokî ku dikeve ser milê me û di nav de qada aborî ku êrişên artêşa Tirk xurttir dike. Ji ber vê yekê hinardekirin û hawirdekirina kel û pelên dewleta Tirk wekî hevkariya şerê li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha her lîreyek li banka Tirkiyê zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyek."

Muslim diyar kir ku erka wan a nîştimanî li beramberî gelê wan ku li hember berjewendî û armancên dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. Her wiha got ew di Odeya Bazirganî ya kantona Kobanê de boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bi temamî radigihînin. Muslim bang li tevahî gel û bazirganên herêma Firatê kir ku tedbîrên pêwîst di vê der barê de bigirin da ku pereyên wan nebin gule û neavêjin sînga zarokên wan.

Muslim di dawiyê de bang kir ku di çeperên şer de parastina welat bi hemû şêwazan bikin û ya herî girîng di aliyê aborî de, her wiha got baweriya wî heye ku dê encamên hemleyê erênî bin û dê bi awayekî zêde bandorê li dagirkeran bike.

(eh-bx)

ANHA