McKenzie: Tê payîn ku êrişên DAIŞ`ê di rojên pêş de zêde bibin

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie diyar kir ku nêzî 500 leşkerên Amerîkî hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne da ku çalakiyên çeteyên DAIŞ`ê ku tê payîn di rojên pêş de zêdetir bibin, bibersivînin.

McKenzie: Tê payîn ku êrişên DAIŞ`ê di rojên pêş de zêde bibin
23 mijdar, 2019   13:11
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie diyar kir ku nêzî 500 leşkerên Amerîkî hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne da ku çalakiyên çeteyên DAIŞ`ê ku tê payîn di rojên pêş de zêdetir bibin, bibersivînin.

XDaxuyaniyên McKenzie di ‘Kongreya Diyalogê ya El-Mename’ de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Behreynê ve hevkariya Peymangeha Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk tê birêvebirin, hatin.

Pentagonê di raporeke xwe de destnîşan kir ku DAIŞ`ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin firsend da ku careke din xwe bi rêxistin bike û diyar kir ku êdî dikare êrişên nû li dijî armancên rojava pêk bîne.