Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan

Piştî rêzeteqîn û rewşên revandinê yên li bajarê Babê rû dan, şêniyên bajarê Babê li dijî bêewlehiya li herêmên dagirkirî daketin qadan.

Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan
Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan
Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan
Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan
Li dijî bêewlehiya li herêma Babê şêniyên bajêr daketin qadan
17 mijdar, 2019   12:05
MINBIC

Duh li bajarê Babê teqînekê rû da û artêşa Tirk da ku QSD`ê reş bike û kiryarên çeteyên xwe yên şer û teqînên bi armanca qirkirinê pêk tînin, binixumîne, QSD tawanbar kir ku wê teqîn pêk aniye.

Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê îdiayên artêşa Tirk derewandin û piştrast kir ku kesê teqîn pêk aniye, berê endamê DAIŞ’ê bû û paşê beşdarî nava çeteyên El-Hemzat bû ku artêşa Tirk piştgiriya wan dike.

Şêniyên bajarê Babê li dijî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê daketin qadan û ji şevê din ve, li ber avahiya polîsan protosto dikin. Îro jî greva giştî li bajar heye û dikan hemû hatine girtin.

Îro jî şêniyên bajarê Babê daketin qadan û girseya gel li pêşiya avahiya çeteyên polîsên leşkerî kom bûn. Çeteyan ji bo çalakiyê ji hev belav bike, panzêr û hêza xwe amade kirin. Çalakgeran sloganên "Mirin û nerezalet" berz kirin.

Di dîmenan de ku ajansa me bi dest xistine ,hêrsa xwepêşandêran ji dîtina çeteyan re û daxwaza danîne maskan dikin, her wiha xwepêşandêran êrişî panzêran kir û hewl da deriyê sereke derbas bikin. Di vê kêliyê de xwepêşandêran sloganên "Xiyanet..xiyanet" berz kirin û bi yekdengî gotin daxwaze wan ew e ku aramî û ewlehî li herêmê mîsoger bibe.

Di heman demê de çeteyan hewl da rê li pêşiya hêrsa çalakgeran bigirin û gefa înfazkirinê li wan xwarin. Heta van kêliyan li bajarê Babê çalakiyên protostoyê berdewam in.

(eh)

ANHA