Ebdî helwesta dawî ya DYA‘yê ya girêdayî tinekirina DAIŞ‘ê erênî nirxand

Mezlûm Ebdî ked û helwesta dawî ya Trump a di çarçoveya xeta têkoşîna li dijî DAIŞ û parastina herêmê ji qirkirinê de erênî nirxand.

Ebdî helwesta dawî ya DYA‘yê ya girêdayî tinekirina DAIŞ‘ê erênî nirxand
15 mijdar, 2019   18:47
NAVENA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser rûpela xwe ya tiwîtterê got: " Ked û helwesta dawî ya serok Trump di çarçoveya xeta têkoşîna li dijî DAIŞ û parastina herêmê ji qirkirinê ye erênî ye."

Ebdî anî ziman ku"Koalîsyona Navdewletî duh teqez kiribû ku ku divê DAIŞ bi temamî were tinekirin û destkeftiyên me ji gefên herêmê werin parastin, her wiha asta avakirina binsaziya herêmî were xurtkirin."

ANHA