Gelê Dêrikê: Em ê li hember lihevkirinên hebûna me dikin hedef, li ber xwe bidin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ji bo şermezarkirina serdana Erdogan ji Washingtonê re û bi dirûşma "Em ê li hember lihevkirinên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin hedef, li ber xwe bidin" meşek li dar xist.

Gelê Dêrikê: Em ê li hember lihevkirinên hebûna me dikin hedef, li ber xwe bidin
Gelê Dêrikê: Em ê li hember lihevkirinên hebûna me dikin hedef, li ber xwe bidin
Gelê Dêrikê: Em ê li hember lihevkirinên hebûna me dikin hedef, li ber xwe bidin
13 mijdar, 2019   12:23
QAMIŞLO

Bi hezeran şêniyên herêma Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Şêniyan pankartên "Em xwediyê xakê ne, Erdogan dagirker e û divê were darizandin", "Xwîna şehîdên me û qîrîna zarokên me dê hesab ji we bixwaze" û her wiha wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û alên QSD`ê hildan.

Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Meş li pêşiya navenda ciwanan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star Rojîn Salih wiha axivî: "Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan êrişî gelên herêmê dike. Armanca wê ji vê yekê; hebûna gelên herêmê û projeya wê ya demokratîk ku gelek pêkhate girtine nav xwe, tune bike."

Rojîn di axaftina xwe de diyar kir ku tevî hemû lihevkirinên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin lê ew tu carî teslîm nabin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber baweriya gelê me bi firk û felsefeya Rêber Ocalan heye. Dirûşmeya me berxwedane. Em şoparên rêya şehîdên xwe ne. Emê bi hêzên xwe re li ber xwe bidin heta ku em tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, rizgar bikin."

Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hesen Ebîd destnîşan kir ku dîroka Kurdan tijî serhildanên li djî faşîstan ye, heta roja îro tu carî teslîm nebûn û ev tişt anî ziman: "Dîrok şahîdê qurbaniyê ku gelê me ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa daye. Sîstemên desthilatdar xwîna gelan dimijin. Naxwazin ku îradeya gelê bi hezaran şehîd ji bo azadî û rûmetê daye, bi ser bikeve."

Ebîd behsa lihevkirin û komployên navdewletî yên li djiî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, kir. Di dawiyê de Ebîd tekez kir ku gel dê asta têkoşîna xwe bilind bike da ku hemû komployên qirêjî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA