Berpirsekî DYA’yê: Em bi QSD`ê bawer in ku dikare girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de biparêze

Ajansa Reutersê li ser zimanê berpirsekî payebilind ê rêveberiya DYA’yê ragihand ku baweriya DYA`yê bi QSD`ê heye ku dikare hemû navendên girtina DAIŞ`iyan biparêze.

Berpirsekî DYA’yê: Em bi QSD`ê bawer in ku dikare girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de biparêze
13 mijdar, 2019   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî peywendiya bi rêya telefonê ya di navbera serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ya îro, berpirsekî payebilind ê rêveberiya DYA’yê got tu niyetên Washingtonê tune ne ku hevalbendiya xwe bi QSD`ê re bi dawî bike.

Li gorî ajansê, ev yek tê wateya sekinandina li hember xwestekên Enqereyê ku Washingtonê hevalbendiya xwe bi QSD`ê re bi dawî bike.

Her wiha berpirsê Amerîkî diyar kir ku baweriya wan bi QSD`ê heye ku dikare parastina girîtgehên ku çeteyên DAIŞ`ê di wan de ne, biparêze û wiha got: "Baweriya me têra xwe bi QSD`ê heye ku ew dikare hemû navendên ku çeteyên DAIŞ`ê di wan de girtî ne, biparêze."

(bx)