Gundê Til Tewîl tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tewîl ê Suryanan topbaran dikin. Li gund nêzî hezar malbat dimînin.

Gundê Til Tewîl tê topbarankirin
13 mijdar, 2019   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên Til Temirê berdewam dikin.  Artêşa Tirk û çeteyên wê bi obus û hewanan derdora gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Til Tewîl gundekî Asûriyan e û derdora hezar malbatên Asûrî-Suryan û misilman tê de dijîn.