Êrişên artêşa Tirk û çeteyan ên li dijî gundên Suryanan didomin

Li gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşidiye yên Til Temirê duh bi şev di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û Meclisa Leşkerî ya Suryan de şerekî giran rû da. Hate zanîn ku çete ketine van gundên navborî û gelê van gundan koçber dibe.

Êrişên artêşa Tirk û çeteyan ên li dijî gundên Suryanan didomin
13 mijdar, 2019   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya duh a li ser gundên Til Temirê yên Qasimiye, Rihaniye, Reşidiye de şerekî dijwar rû da. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan di van gundan de bi tundî bersiva êrîşan da.

Êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heya derengiya şevê berdewam kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan derbeyên giran li van çeteyan dixin û kuştî û birîndarên çeteyan  bi hejmareke zêde çêbûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran wekî tank, panzer, doçka, balafiren keşfe, obus û hewanan û hejmareke zêda ya çete û leşkeran êrişî van gundan dike.

Di encama êrişan de 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn.

Çete derengiya şevê saet derdora 03.00’yan de ketin van gund û mezrayên Asûriyan. Mezreya Rimone, mezreya Danyal Gego, mezreya Yelda û Tûma, mezreya Hebîb Qerezîan û gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşidiye dagir kirin û niştecihên van gundan koçber dibin.

ANHA