Li Helebê bîranîna Komkujiya Sînemaya Amûdê

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê bi daxuyaniyekê Komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî.

13 mijdar, 2019   10:26
HELEB

Di 13`ê Mijdara 1960`an de agir bi Sînemaya Amûdê (Sînemaya Şehrezad) dema ku zarokan li fîlmê Şebeh Muntesef El-Leyl "Cinê Nîvê Şevê" temaşe dikir, hate xistin û di encama wê de zêdetirî 250 zarokî jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê Komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî. Daxuyanî li Dibistana Alan Mihemed a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat dayîn.

Bi sedan xwendekar tev li xwendina daxuyaniyê bûn.  Xwendekaran wêneyên zarokên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankartên "Em pêşeroj in, ji mafê me ye em bijîn", "Zarokan nekujin", "Hêviyên zarokan neşewitînin" rakirin.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama komîteyê Sewsen Nasan û bi zimanê erebî ji aliyê Sozan Seydo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Sînemaya Amûdê ku di encama wê de bi sedan zarok şehîd bûn û ew zarok bûn qurbaniyên komployan, bi bîr anîn. Her wiha hat diyarkirin ku dîrok xwe dubare dike bi rêya êrişên hovane yên li dijî zarokan, armanca wan e ku hêvî û xewnên zarokan bikujin.

Di dawiyê de bi navê dibistanên Şêxmeqsûdê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk hat kirin û banga hesabxwestina ji her kesê ku sûcan li dijî zarokan pêk tîne, hat kirin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(bx)

ANHA