Şêniyên Girkê Legê: Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji Erdogan û DAIŞ re bibe gor

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serdana Erdogan ji Washingtonê re, bi sedan şêniyên Girkê Legê daketin qadan.

13 mijdar, 2019   10:51
QAMIŞLO

Li dijî serdana Erdogan ji Amerîkayê re û piştgiriya QSD`ê bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn.

Bi slogana "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Erdogan û DAIŞ re dê bibe gor" gel daket Qada Şehîd Xebat Dêrik. Xwepêşandêran pankartên "Şehîd û qîrîna zarokên me dê hesab ji we bixwazin, em xwedanê vê xakê ne û Erdoganê dagirker divê were darizandin”, her wiha pankartên bi nivîsên zimanê îngilîzî yên “Trump, Erdogan xelîfê Bexdadî ye şaş nebe” û “Trump di qirkirinê de nebe hevkarê Erdogan" rakirin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, sembol û alên QSD, YPG, YPJ’ê rakirin û zarokên Girkê Legê wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku bi çekên qedexekirî şehîd bûne, rakirin.

Meş li kolanên Girkê Legê geriya û sloganên"Bijî berxwedana QSD’ê, şehîd namirin" berz kirin.

Li naverasta navçeya Girkê Legê meş veguherî mîtîngê. Li ser navê hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm axivî û wiha got: “Em xwedanê vê xakê ne. Em lihevkirinên li dijî xak û rûmeta xwe red dikin, ji ber gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe parastina xakê kirin û di oxira wê de bi hezaran şehîd dan.”

Abdulrehîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza parastina destkeftiyên bi saya şehîdan û jiyana hevbeş ku ji gelê herêmê re bûye nimûne, hatine bidestxistin. Ji ber herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, bûne navend û gora terorîstan, cihê wêrankirin û hilweşandin û qetilkirina gelên herêmê.”

Meş bi sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA