Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome

Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê bi hevkariya rêveberiya herêmê, ji bo boykotkirina kel û pelên Tirkiyê broşur li dikandaran belav kirin.

Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome
12 mijdar, 2019   11:38
HESEKÊ

Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Piştî ragihandina rêveberiya herêma Hesekê ya tevlêbûna hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê ku ji Zanîngeha Rojava dest pê kir, Ciwanên Şoreşger a Hesekê bi dirûşma "Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin" broşur li dikanên li hemû taxên bajarê Hesekê belav kirin.

Li ser broşuran bi zimanên kurdî û erebî hin dirûşme ku şêniyan û bazirganan li ser boykotkirina kel û pelên Tirkiyê teşwîq dikin, hatin nivîsandin.

Xwendekarê Zanîngeha Rojava Reşîd Şêxo wiha got: "Piştî dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em wek xwendekarên Rojava me dest bi hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li hemû herêmên xwe kir."

Şêxo wiha pê de çû: "Berxwedan ne tenê bi rakirina çekê li eniyên şer e. Ev hemle bi xwe berxwedaneke mezin e li dijî Tirkiyê, ji ber kel û pelên Tirkiyê gelê me pê dikuje, ev hemle ji Başûrê Kurdistanê dest pê kir û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Ev hemle heta boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome."

Her wiha xwediyên dikanên bazirganiyê jî tevlêbûna xwe ji vê hemleyê re nîşan da.

ANHA