Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî

Meclisa Sivîl a Tebqayê îro li bajarê Tebqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê li parka navenda çandê ya Tebqayê danî.

Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî
12 mijdar, 2019   12:16
TEBQA

Li kon alên QSD`ê, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û wêneyên komkujiyên ku dagirker û çeteyên wê li ser zarokan pêk anîn, hatin daliqandin.

Hevserokê Meclisa Tebqayê Elûş El-Xidir daxuyaniyek der barê vekirina konê çalakiyê da, tê de behsa komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişan di 9`ê Cotmehê ve pêk tîne, kir û destnîşan kir ku armanca Erdogan dagirkirina xaka Sûriyê û guhertina demografiya herêmê ye.

Daxuyaniyê îşaret bi lehengiya QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de û ked û xebata MSD`ê ji bo dîtina çareseriyên guncaw ji bo rawestandina “Osmaniyên nû” li herêmê, kir.

Di roja yekemîn a kon de, şandeyek ji şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê serdan kir. Serokê şaxê Mûsene Ebdilkerîm axivî û îşaret bi hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên gel de ji bo têkbirina êrişên Tirkiyê kir.

Her wiha şandeyek ji gerînendetiya tomarkirina sivîl li Tebqayê serdan kir. Endamê gerînendetiyê Sead El-Elî axivî û destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê hişt ku careke din DAIŞ vegere û gelek çalakiyên terorîst li dijî sivîlan pêk bîne û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji êrişan re deyne û Erdogan darizîne.

Dê kon 3 rojan dewam bike.

Ev demek e çalakiyên gel li hemû bajarên Bakurê Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyan li ser sivîlan û di serî de jin û zarokan, pêk tên.

(jo)

ANHA