HPC jî li kêleka hêzên ewlehiyê parastina civakê dike

Hêzên Parastina Cinakî (HPC) ya navçeya Eyn Îsayê, bi Hêzên Asayîşê û Hêzên Tirafîkê re dibin piştgir û navçeyê diparêzin.

HPC jî li kêleka hêzên ewlehiyê parastina civakê dike
HPC jî li kêleka hêzên ewlehiyê parastina civakê dike
HPC jî li kêleka hêzên ewlehiyê parastina civakê dike
10 mijdar, 2019   06:38
EYN ÎSA

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de, hêzên ewhiyê ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşê), daîreyên ewehiyê û Hêzên Parastina Civakî jî di nav de, ji bo parastina ewlehiyê û aramiyê seferberî raghihandin û li nava komelgehên niştecîbûnê, tax û kolanan belav bûn û dest bi parastina mal û milkên taybet û giştî kirin.

Li navçeya Eyn Îsa wek herêmên dîtir, Hêzên Parastina Civakî bi şev û roj ger û dewriyeyan li nav tax û cihên niştecîbûnê dest pê dikin, xalên kontrolê avadikin û xebatên parastinê pêk tînin.

Di vê çarçovê de, ajansa me ANHA`ê xebatên endamên Hêzên Parastina Civakî di ber çavan re girtin.

Ji endamên HPC`ê Salih Osman wiha got:`` Em çavên parastina Eyn Îsa ne, li kêleka hêzên parastina aramî û ewlehiyê tevlî xebatên parastinê dibin û bi şev û roj bi armanca parastina ewlehiyê xalên kontirolê ava dikin.``

Osman bal kişande ser wê yekê ku ew bi şevê xebatên xwe zêde dikin û liv û tevgeran di ber çavan re digrin.

Hêzên HPC`ê ji şêniyên herêmê pêk tên û bi awayekî dilsozî tevdigerin û li kêleka hêzên dîtir êm ewlehiyê parastina kes û civakê dikin.

(rr)

ANHA