ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08. 11. 2019
8 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê û şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk meşekê lidar dixin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên bajarê Helebê diyar kirin ku sûcên artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê dighêjin sûcên şer û gotin, Erdogan nikare îradeya gelê azadîxwaz têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê yên di encamên êrişên Tirkiyê de hatine koçberkirin du kampan vedike. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bang li rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe bicih bînin û alîkariya koçberan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê QSD‘ê yê eniya gundê Şergirakê Rûsem Hesekê diyar kir ku hêzên wan di du rojên dawî derbên giran li çeteyên dagirkeriyê Tirkiyê xistin û destnîşan kir ku çete hewl didin rêya stratejîk a M4 kontrol bikin lê ji aliyê hêzên wan ve rastî bersiveke tund tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî yê bajarê Reqyê Akad Reqa got: “Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya  projeyên Osmanî ne. Her wiha dirêjahiya komkujiya Sêfo ye  ku bi hezaran Suryan û Ermen hatin qetilkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên QSD‘ê yên demên berê li dijî DAIŞ‘ê şer kirine  gotin, îradeya ji berê xurtir e û bi hêza xwe bawer in ku dikarin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk bibin. Şervanan gotin "Çawa me DAIŞ têk bi em ê dagirkeriyê jî têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundê Til Cuma yê giredayî navçeya Til Temirê bavê (85) û kurê xwe (59) yên asûrî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin û ji mala xwe dernakevin û gotin, heya dawî li kêleka şervanên QSD’ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

CIVAK Û JIYAN

- Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan de 33 dibistan hatin girtin, bi vê yekê 7 hezar û 734 xwendekarên gundên sînor ên navçeya Dirbêsiyê ji xwendinê bêpar man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di kevnşopiya dewleta Tirk de her tim hêzên paramîlîter (ango dervî artêşa xwe komên çekdar) ji bo çavtirsandina muxalefetê û qetilkirina kurdan hatine bi karanîn. (BI WÊNE).

ANHA