Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin

Partiyên siyasî li Taxa Şêxmaqsûd ya bajarê Helebê kampanya komkirina îmzeyan ji bo vegera şêniyên Efrînê ên ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji warê xwe derketine, da destpêkirin.

Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
Ji bo vegera gelê Efrînê, kampaniya komkirina îmzeyan hat destpê kirin
6 mijdar, 2019   15:07
HELEB

Bi armanca vegerandina şêniyn Efrînê ji cih û warê xwe re û şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker derheqê şêniyên Efrînê de, partiyên siyasî (Meclîsa Suriya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Suriya Pêşerojê) li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê kampanya komkirina îmzeyan dan destpê kirin.

Di vê derbarê de, Endama Meclîsa Suriye Demokratîk şaxê Helebê Evîn Sîdo axivî û wiha got: "Me ev hemle ji bo ku şêniyên Efrînê yên bi darê zorê ji bajarê xwe hatine derxistin vegerin malên xwe, da destpê kirin. Ev îmze wê ji kosolxaneya Rusiya ya li bajarê Helebê re werin şandin."

Evînê got ku armanca kampanyayê gihandina dengê gelê Efrînê ji saziyên navdewletî, NY û rêxistinên mafên mirovan re ye her wiha bal kişandina li ser binpêkirinên ku hemî sînorên exlaqî û nirxênê mirovî derbas kirin ên dewleta Tirk û çeteyên wê derheqê şêniyên Efrînê de pêk tînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampanya wê heta bidawî kirina komkirina îmzeyan li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, dewam bike.

ANHA