Li gundê Soxanekê zêdetirî 40 mal ji ber êrişên Tirkiyê wêran bûne

Şêniyên navçeya Şêrewa bipêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser navçeya Şêrewa û gundên katona Şehbayê şermezar kirin û bang li rêxistinên navdewletî kirin, ku yekser destwerdana kiryarên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê bikin.

Li gundê Soxanekê zêdetirî 40 mal ji ber êrişên Tirkiyê wêran bûne
6 mijdar, 2019   14:31
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Duh artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih bûne, bi dehan topavêj û tankan êrişî navçeya Şêrewayê kirin.

Têkildarî mijarê şêniyên ji gundên Soxanekê û Aqîbê yên navçeya Şêrewayê ji ajansa me re axivîn .Şêniyên piştrast kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrewayê yên ku sivîl lê hene rojane topbaran dikin û jiyana zarokan dixin xeteriyê.

Omer Mihemed ê ji gundê Soxanekê koçî gundê Aqîbê bûye diyar kir ku ji ber artêşa Tirk gundê wî topbaran kir, ew ji mala xwe derketiye û wiha anî ziman: " Ji destpêkê ve artêşa Tirkiyê kantona Efrînê topbaran dike, her wiha rojane gundên Şêrewa topbaran dikin û zêdetirî 40 mal wêran kir û ji berê vê yekê em koçî dibistana gundê Aqîbê bûm."

Omer Mihemed diyar kir, ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanaca qirkirin û koçberkirina gelên herêmê qadaên sivîl dikin hedef.

Welatiyê bi navê Welîd Memo got, ji ber topbarana artêşa Tirk ew ji gundê Soxanekê koçî gundê Aqîbê bûne .Welîd piştrast kir ku gundê Aqîbê ji topbarana artêşa Tirk bê par nema û carcaran bi tankan topbaran dikin.

Welîd wiha dawî li axaftina xwe anî, "Artêşa Tirk lêkirina dîwaran di navbera gundên navçeya Şêrawa û kantona Efrînê ya dagirkirî didomîne. Armanc dike ku xaka Sûriyê parçe bike û bi ser xaka welatê xwe veke lê dike. Dewleta Tirk berî niha heman kiryar li Lîwaa Îskenderon û Qibirsê pêk aniye."

Zeyneb Mamo anî ziman bi hatine demsala zivistanê û rewşa kampax a li dibistana gundê Aqîbê ku ew pê re rû bi rû dimîn, artêşa Tirk a dagirker hêj gundên wan topbaran dike da ku li gundên xwe venegerin.

Zeyneb destnîşn kir ku, "Artêşa Tirk ne tenê ev yek pêkanî, lê belê li dijî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne û li dijî sivîlan çekên qedexekirî bi kar tîne."

Zeyneb Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî kir, ku yekser destwerdanê bike, êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê guhartina dîmografiya herêmê qedexe bike û koçber û penaberan li mal û warên wan vegerînin.

(eh)

ANHA