Balafirên dewleta Tirk Xanesor a Şengalê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker navçeya Xanesor a parêzgeha Şengalê ya Başurê Kurdistanê bombebaran kir. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Balafirên dewleta Tirk Xanesor a Şengalê bombebaran kir
4 mijdar, 2019   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker beriya niha bi çend kêliyan maleke navçeya Xanesorê ya parêşzgeha Şengalê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de, 2 welatî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Sinonî ya Giştî da ku tedawî bibe.

Balafirên dewleta Tirk car caran û dûbare parêzgeha Şengalê ya Başurê Kurdistanê bombebaran dike. Di bombebarana 15’ê Tebaxa 2019’an endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî şehîd bûbû.

(fr)

ANHA