Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne

Vegera li bajarên wan kêliyek ji bîra wan naçe.  Hêvî dikin ku vegerin malên xwe.  Ew jî şêniyên Serêkaniyê ne yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirekre û çeteyên wê neçar mane ji warên xwe koçber bibin.

Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
Xwepêşdêrên Serêkaniyê bi vegera li bajarê xwe bi hêvî ne
4 mijdar, 2019   11:32
 QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – SILAVA ABDULREHMAN

Ji 9`ê Cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Destpêkirina êrişan rasterast li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bûn. Dagirker bi hemû cureyên çekan êriş kir, şênî neçar man ku ji ber êrişên dijwar koçber bibin.

Şêniyên bajarê Serêkaniyê yên neçar man koçber bibin, di 28`ê Cotmehê de konê çalakiyê li pêşiya komseriya NY`ê ya karûbarên koçberan li bajarê Qamişlo veda, da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî  bajarê wan şermezar bikin û daxwaza vegerê li bajarê xwe bi garantiya navneteweyî dikin.

Îradeyeke mezin li gel xwepêşandêran heye. Her wiha tevî zilm û êrişên dewleta Tirk a dagirker jî hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe.

‘Em ê vegerin bajarê xwe yê xweşik’

Piştî ku xwepêşandêran semînerên xwe standin, xwe amade dikin da ku li pêşiya komseriya NY`ê xwepêşandanê li dar bixin. Her kes êleka spî ku nivîsa "Serêkaniyê dîrok e", "Na ji dagirker Tirk re", "Na ji qirkirinê re", "Em ê vegerin bajarê xwe yê xweşik" li xwe kiriye.  Di saet 11:00’an de xwepêşandêran pêşwaziya şandeyên ji herêmên Cizîrê, şandeyên rêxistinên siyasî, partî û civakî kirin ku berê xwe didin navenda komseriya koçberan û dê heta seatekê li wir bisekinin.

Di seatên nîvro de şêniyên bajarê Qamişlo bi hevkariya meclisên navçeyan, xwarinê ji xwepêşandêran re pêşkêş dikin. Paşê xwepêşdêr navberekê dibin û li parkê komên ji jinan û mêran rûdinin û bîranînên bajarê xwe tînin bîra xwe. Tişta balkêş jî, her kes hemû detayên êrişa Tirk a dagirker li ser bajêr a bi balafir û topan bi bîr tînin.

Bajar bi top û roketan dihat topbarankirin

Komek ji mêr û ciwanan ku di bin darên parka Arî de rûniştibûn, yek ji wan ê bi navê Ebû Mihemed wiha got: "Ji 13`ê Cotmehê ve bajar pir dijwarî dihat bombebarankirin. Topek li ser mala cîranê me ket û kesên di malê de birîndar bûn. Her wiha ji ber topbarana zêde, me nikarî ew rakirina nexweşxaneyê. Li aliyekî dîtir jî ji ber metirsiya li ser zarokan, ji mal derketin û me nizanî berê me ber bi ku ve ye. Di heman demê de şervanekî QSD`ê em birin herêmeke ewle û di saetên berbangê de me berê xwe da bajarê Hesekê."

Kesekî din li kêleka Ebû Mihemed rûniştibû, wiha got: "Çima Erdogan mîna ku îda dike di dema ku DAIŞ berfirehiyeke mezin ji xaka Sûriyê ya nêzî sînorê Tirkiyê serwer dikir de li ser ewlehiya xwe ya neteweyî netirsî? Erdogan bi navê "Kaniya Aştiyê" komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Ew behsa kîjan aştiyê dike. Ew kaniya xwînê ye."

Komek ji zarokên ku li aliyê pişt a Parka Arî ku gelek hêlekhan lê hene, dilîstin, zarokekî ji wan wiha got: "Ev hêlekhan dişibe hêlekhana li parka me ya li Serêkaniyê. Lê hêlikhana me xweşiktir bû. Min bêriya dibistana xwe kiriye, em ê kengî vegerin?".

Li konê çalakiyê jî hin jinên li aliyekî kon kom bûbûn, behsa aramî û ewlehiya beriya destpêkirina êrişên dewleta Tirk dikirin û hin jinan jî bi çavên rondik jê dibarîn hêvî dikirin ku vegerin malên xwe.

Piştî roj çû ava, hemû li bin konê çalakiyê kom dibin, hin ji wan li tenbûrê didin û hin jî li daholê didin û hin jî stranên şoreşgerî distêrin.

Endamekî koma Botan, Daniş Botan got ku ew di şoreşa dîrokî de ne û şoreşa wan rastî êrişa hovan e tê, Botan wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide gelê herêmê qir bike û wan  koçber bike.  Ji ber vê divê em moralên xwe bilind bikin û parastina destkeftiyên xwe bikin, her wiha desteka QSD, YPJ û YPG’ê bikin."

(jo)

ANHA