Li Efrînê kembera Tirkmen û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî selefî!

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ligel paşguhkirina navdewletî, binpêkirinên guhartina demografiya herêmê li dijî herêmên li ser sînor ên kur dagir kirine piştî ku kembera Tirkmen li Efrîna dagirkirî pêk anî, didomîne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker vê carê hewl dide kembera selefî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

4 mijdar, 2019   09:55
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker komên tundrew li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi cih dike û pereyan dide wan. Ew jî bi armana bicihkirina wan li herêmên dagirkirî ku demografiya herêmê biguhere û projeya bi navê Mîsaqa Millî dewam bike.

Dewleta Tirk a dagirke, qanûnên şer û mirovahiyê bi êrişên li dijî xaka Sûriyê ji Efrînê heta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpê dike. Di êrişan de bi mafên sivîlan, kuştin, komkujî û dizînê pêk tîne.  Ji wê jî zêdetir jî jinan direvîne , tacawîz dike û şêniyên herêmê yên resen koçber dike.

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên çete yên girêdayî Cebhet El-Nusra, DAIŞ’ê û komên îslamî yên radîkal û tundrew ji Sûriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmehê de êrişên hovane pêk anî û pêk tîne.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bikaranîna çekên herî pêşketî û qedexekirî yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi sedan sivîl, jiyana xwe ji dest da.

Di van demên dawîn de û piştî dagirkirina herêmên ji Serêkaniyê heta bi Girê Spî ve, dewleta Tirk a dagirker hin alîkariyên manewî û madî dan malbatên çeteyan ên li Tirkiyê, da ku wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine, bi cih bike. Ew jî bi armanca avakirina kembera selefî li ser sînor û bikaranîna wan di dema pêwîst de.

Gelek armancên dewleta Tirk a dagirker di Sûriyê de hene. Yekemîn armanc vejandina Osmanî û sûcên wê yên dûbarekirina qirkirinên Ermen, Suryan, Aşûr û kurdan in û ya din jî jinûve vejandian DAIŞ’ê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an êrişî kantona Efrînê kir. Di encamê de bi sedan şêniyên sivîl û di navê de jî zarok, jin û kalepîran jiyana xwe ji dest da, bi hezaran sivîl neçarî koçberiyê bûn û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Her wiha jî piştî dagirkirinê, dagirkeriyê malbatên çeteyan ên ku ji tevahî xaka Sûriyê hatine komkirin li şûna şêniyên resen bi cih kirin, bi taybet jî Tirkmen li ser gundên li ser sînor bi armanca guhartina demografiya herêmê û avakirina kembera Tirkmen li ser sînor, bi cih kirin.

Dagirkeriyê zimanê tirkî di dibistanan de ferz kir û şêniyên sivîl neçarî fêrbûna zimanê tirkî kir. Li aliyekî din jî peymangeh û zanîngeh li Efrîn, Ezaz û Babê bi biryara Wezareta Perwerdê ya girêdayî Zanîngeha Gazî Entab û bi çavdêriya serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Xesan Camûs, hatin vekirin.

Her wiha jî navên gund û bajarokan li herêmên dagirkirî guhartin û nasnameya şexsî jî ji şêniyên Sûriyê yên Efrînê re jî çêkirin û ji wê zêdetir jî nimreyên erebeyan jî guhartin.

Tevî hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên sivîl ên Efrînê jî, bi hezaran darên zeytûnê birîn, kargehên guvaştina zeytûnan dizîn, mal û milkên şêniyan dizîn û talan kirin û binesazeya herêmê tar û mar kir.

(fr)

ANHA