Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome

Kampanyaya "Xwe bi pareyên xwe nekujin.. kelûpelên Tirkî baykot bikin‘ ya ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Rojava ve hatiye destpêkirin, didome.

Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome
Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome
Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome
Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome
Kampanyaya xwendekaran a `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` didome
3 mijdar, 2019   15:26
QAMIŞLO

Kampanyaya`` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` de, ku xwendekarên Zanîngeha Rojava bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser daye destpêkirin didome. Xwendekaran tevahî reklemên têkildarî kelûpelên Tirkî ku li kolanên bajarê Qamişlo û ser dîwarên dûkanên bazirganiyê hatibûn daliqandin rakirin.

Xwendekaran, belavokên banga baykotkirina malî Tirkî  li dûkan û erebeyan belav kirin. Di belavokan de de ev tişt hatibû nivîsandin`` Xwarinên Tirkî nekirin, dê bibin gule û me bikujin``, ``Bazirgahiya bi dagirkeriya Tirk re diguhere dibe gule û didin sîngê me``,`` Kirîna klûpelên Tirkî destekdayîna kuştina zarokên me ye``,`` xwe bi pareyên xwe mekujin``,`` Bihna xwînê ji berhemên Tirkî tê`` û`` Bombeyên Fosforî bi pareyên we têne kirîn.``

Dayika şehîd Orha,  Ayde Xelîl e, têkildarî mijarê ev tişt bang li gelê Kurd kir ku malên Tirk baykot bikin.

(rr)

ANHA