HRE: Di encama çalakiyên tolhildanê de çeteyek hat kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyaniyekê encamên çalakiya tolhildanê ya 2`yê Mijdarê de, eşkere kir

HRE: Di encama çalakiyên tolhildanê de çeteyek hat kuştin
3 mijdar, 2019   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiya tolhildanê ya 2`yê Mijdarê bi daxuyaniyekê, eşkere kir

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Di dîroka 2`yê Mijdarê de li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di encama wê de 1 çete hat kuştin."