Sîham Qeryo: Şêniyên Sûriyê yên welatparêz venagerin herêmeke dagirkirî

Nûnera Yekitiya Jinan a Suryanî û hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo diyar kir ku şêniyên Sûriyê yên welatparêz qebûl nakin ku vegerin herêmeke ku dewletên dijber ew herêm dagir kirine.

Sîham Qeryo: Şêniyên Sûriyê yên welatparêz venagerin herêmeke dagirkirî
2 mijdar, 2019   10:35
 EYN ÎSA

Nûnera Yekitiya Jinan a Suryanî û hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo ji ANHA`yê re axivî.

Sîham Qeryo got: “Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştîxwaz e û tu caran guleyek bi aliyê sînorê Tirkiyê ve neavêtiye. Îdîayên Erdogan ku ev herêm li ser sînorê wan xeteriyê çêdike, hincet in û bi aramanca dagirkerina xaka Sûriyê weke çawa herêmên dîtir ên mîna Cerablus, Efrîn û Bab dagir kirine.”

Sîham wiha domand: " Ya herî balkêş ew e ku Erdogan di van êrişan de komên çete yên qaşo navê (niştimanî) li xwe dikin, bikar tîne. Her wiha jî me ew komên çete dîtin ku çi bi gel dikin û mal û milkên gelan li pêşiya çavê cîhanê didizin."

Sîham Qeryo, herêma ku Erodgan û çeteyên wê dagir dikin ( Serêkaniyê û Girê Spî) bi herêma mirinê wesifand.  Her wiha piştrast kir ku sûriyên ku rihê welatparêziyê li gel wan hebe, dê neyên van herêmên ku dewletên dijber dagir kirine û çeteyên xwe ji bo xirabiyê xistine wir.  

Sîham destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ji bo danûstandinê nîşan daye, da ku gelên herêmê rastî şer neyên. Sîham erêkirina Rêveberiya Xweser ji mekanîzmeya ewlehiyê ku wê û DYA`yê li ser hev kirbûn, bi bîr xist û got kuew yek li xweşiya Erdogan û armancên wî nehatin û dest bi êrişê kir.

Nûnera Yekitiya Jinan a Suryanî Sîham Qeryo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û NY`ê kir ku destwerdanê bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser şêniyên herêmê ji kuştin û koçberiyê rawestîne.

(jo)

ANHA