Zarokên şehîdan soza şopandina rêya bavên xwe da

Zarokên şehîdan soza şopandina rêya bavên xwe heta pêkanîna serkeftinê li Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da.

Zarokên şehîdan soza şopandina rêya bavên xwe da
1 mijdar, 2019   13:50
HELEB

Zarokên şehîdan ên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê beşdarî merasîma sersaxiyê ya malbata şehîd Zeyneb Bekir (Tîmav Serbilind) ku di 29`ê Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê li Girê Spî de şehîd bûbû, bûn.

Di merasîma sersaxiyê de daxuyaniyek bi navê zarokên şehîdan hate dayîn û ji aliyê keça şehîd Ednan Necar, Ferîde Necar ve hate xwendin.

"Êrişa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ev êrişa bêserûber a rejîma dîktetor a faşîstê ji destpêka sedsala 21`an, gelek komkujî der heqê  gelê Ermen de pêk anî. Her wiha di sala 2018`an de der heqê şêniyên Efrînê de komkujî û êriş pêk anî, hişt ku zêdetirî milyonek kes ji herêmên xwe perîşan bibin, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dike.

Zarokên şehîdan di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hemû desteyên navneteweyî û herêmî yên aktîf kir ku êrişên der heqê gelên aştîvan de rawestînin.

Daxuyaniya zarokên şehîdan wiha bi dawî bû: "Em wek zarokên şehîdan li pêşiya bav û dayikên şehîdan soz didin,  em ê li ser rêya wan heta pêkanîna serkeftinê û derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê mîna Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bimeşin."

ANHA