Çeteyên Tirkiyê nuqteyên stratejîk ên hêzên rejîmê dagir kirin

Li herêmên qaşo bê çek, piştî 8 rojan ji şerê dijwar, komên çete 7 nuqteyên stratejîk ên bejahiya bakurê Laziqiyê dagir kirin.

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên stratejîk ên hêzên rejîmê dagir kirin
1 mijdar, 2019   13:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê komên çete êrişî nuqteyên hêzên rejîmê kirin û nuqteyên nû yên li bejahiya bakurê Laziqiyê bidest xistin.

Nuqteyên ku hatine dagirkirin ev in; Til Belût, Beyt Asim û herêma 4 diryan a Cebel Ekrad, di heman demê de jî navendê bi bîr xist ku hêj li seranserî nuqteyên Cib Ehmer a bejahiya rojavayê Hemayê û heta Cebel Tirkimen ê nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ku dikeve bejahiya bakurê Laziqiyê, şer dijwar e.

Di vê derbarê de îro komên çeteyan nuqteyên startejîk ên li eniyên Kebanê, girê Malik, girê Şêx Yusif, Beyt Atam, girê Reşo yê li Cebel Ekrad serwer kirin û wendahiyên hêzên rejîmê û ziyanên madî çêbûn.

Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di vê hefteyê di encama şerê li bejahiya Laziqiyê de, zêdetirî 90 leşkerên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê hatin kuştin.

Ev herêmên navborî di nava hevpeymana qaşo bê çek a rûsî-tirkî de ne. Lê belê di encama topbaranê de bi sedan leşkerên her du aliyan hatin kuştin û bi hezaran sivîl jî koçber bûn.

(eh)