QSD`ê encamên şerê roja 23`an eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên roja 23`an ji şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

QSD`ê encamên şerê roja 23`an eşkere kir
1 mijdar, 2019   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 23`an ji şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Li gorî QSD`ê encam wiha ne:

"Artêşa dagirker û komên çete li gelek herêmên agirbestê carek din êrîş pêk anîn hewl dan li qadên nû dagir pêxînin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û di encam de şerên giran qewimîn.

Ebû Rasên (Zirgan) û Til Temir

Artêşa dagirker û komên çete yên girêdayî wê li gundên Inq El-Hewa, Salihiyê, Ebdilselam, Mehmûdiyê, Qasimiyê, Hemdaniyê, Til El-Werid, Dirbo her wiha li gundewarên Ebû Rasen (Zirgan) û Til Temir bi çekên giran û hejmarek zêde ji çeteyan êrîş birin ser herêmên sîvîlan û xwestin dagirkeriya xwe pêş bixin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encama wê de li wê herêmê şerên giran qewimîn. Di encama şerên giran de nêzî 58 çete hatin kuştin, gelek çete brîndar bûn û 10 erebeyên leşkerî hatin teqandin."