Di nava Sûriyeke demokratîk de rista modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn nebûn alîgirê van şeran, lê belê 'Rêka seyêmîn' danîn holê û 'modela Rojava' dan ava kirin.

Di nava Sûriyeke demokratîk de rista modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?
29 cotmeh, 2019   05:20
HÊVÎ HESEN

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19‘ê Tîrmeha 2012‘an û vir ve pergala xweseriya demokratîk: weke Cizîr, Kobanê û Efrîn sê kanton hatin îlan kirin.

Di Rojhilata Navîn de Reveberiya Xwecihî /Xweserî/ rêveberiya navend xwecihî bi van navan jî modela tê pênasekirin we mekanîzmaya gel bi xwe biryarên xwe bigrin ango pergala xweser kete nav lîteratûra herêmê.

Ev pergala ku weke "Azadiya jin xeta ekolojîk demokratîk" pênase dike bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Netewa Demokratîk" û "Xweseriya Demokratîk" ji xwe re avabûneke konfederal esas girt.

Di Rojhilata Navîn de li beramberê netewa dewletên hişk yên navendparêz yên serwer ji aliyê gelan ve modela Rojava weke modeleke nû ji destpêkê ve bû hedefa gelek hêzên cûda dewleta Tirk, DAIŞ‘ê.

Belê modela Bakur Rojhilatê Sûriyê ya dewleta Tirk û netewe dewletên herêmê lihemberê xwe weke gef dibînin çi digre navxwe?

Ji aliyê kêm neteweyan ve gelê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen, Çeçen, Ermenî, Asurî li kêlek vana ji hêla baweriyan de Misilman, Êzidî, Xiristiyan di nava hevde jiyan dikin, ev ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tecrûbeyên ciherenk ve ev 8 sal in modela rêvebariya xwecihî ve bûye xwedî azmûneke geleke bi hêz.

Modela Bakur Rojhilatê Sûriyê  her çiqas xwe weke kanton, federasyon an jî bi şiklê meclîsên xweser bi nav kiribe jî lê di bingeh de di nava xaka Sûriye de şiklê rêveberiya navendî ya xwecihî esas girt.

Meclîs ji wezîr û hevserokên, çand û zimanan xwe cûda ango ji pêkhateyên cûda hatibûn sazkirin. Kantona Cizîr, Kantona Kobanî û kantona Efrîn hebû. Meclîsa sazûmankar "Federasyona Bakurê Sûriya Demokratîk ya Herêma Cizîr , Herêma Firatê û Herêma Efrînê" da avakirin û bi vî awayî weke 6 Kanton hat îlankirin.

Di herêma Cizîrê de kantona Hesekê û kantona Qamişlo, li herêma Firatê, Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî, herêma Efrîn jî ji  kantona Efrîn û kantona şehbayê pêk tên.

Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor jî bi gelên li wê derê dimînin re meclîsên xwe bi rêve dibin li gorî şiklê rêveberiya xweser ava kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû ziman azad in. Di pergala perwerdeyê de her hemû ziman tên esas girtin. Ev ji bo hemû dewletên li Rojhilata Navîn ên pergala yek esas digrin "yek al, yek dewlet, yek milet" di nava van de tabloyeke cûda pêşkêş dike.

Di kantonan de meclisên sazûmankar herî zêde li wê kantonê kîjan pêk hate hebe ji wan nûnerên wan cihên xwe girt.

Hemû pêkhateyên xweser meclisên xwe yên zagonsazî û rêziknameyên xwe dan avakirin.

Tiştên jiyanî yên weke geşedan, veguhestin, ji bo penaberan wargeh, av, elektrîk, erzaq, perwerde û asayîş, meclis û komîte (Deste) hatin hilbijartin.

Pergala dadê ya civakî esas sîstema darezînê ji bo pêşî li gengeşî û qeyranê bigre li ser bingehê edalet û wekheviyê hatin avakirin.

Di hemû saziyan de jin gihiştin nûneriya wekhev. Ev jî di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekeme ku, heta niha pêşketineke nehatiye dîtin gaveke geleke mezin da avêtin.

Pergala hevserokatiyê hema li hemû saziyan hate serwer kirin.

Destûra bingehîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2016an‘ de ya rêveberiya xweser ya pejirandiye hinek xalên wê wiha ne:

*Em weke gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen, Çeçen, Çerkez, Misilman, Xiristiyan, Êzidî wek pêkhate û baweriyên li Bakur, Rojhilatê Sûriyê dijîn hevpeymana destûra bingehîn ya civakî em ya xwe dipejirînin.

*Bi destûra bingehîn ve weke gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn; di nav xwe de hemî karên civakî û siyasî ku dikare bi rengekî azad û wekhev bêne cem hev, xwe dispêre ciherengî û hevjiyana azad.

*Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû ziman di rêveberî, perwerde, civakî û çandî de û giştî hemû qadên jiyanê de wekhev in. Her civata çandî jiyana xwe bi zimanê xwe rêxistin dike û dide meşandin.

*Her civat, kêmnetew, çandî, cemaat, tevgerên entellektûel, yekîneyên aborî hwd. Her yek ji wan weke yekeyên polîtîk bi awayeke xweser dikare xwe ava bike û îfade bike.

*Di hemû qadên siyasî, civakî û jiyanî de bi pergala hevserokatiyê li ser bingehê wekheviya cînsan weke rêgez dipejirîne. Di civakê de maf û azadiyê jinê dike bin ewlehiyê û wekheviya her du cînsan esas digre.

* Li gorî demografiya herêman, tevahî rêveberiyên sazî û pêkhateyên di nava federasyonê de cih digrin nûneriya wekhev esas digre.

*Darvekirin û êşkence hatiye qedexekirin. Berxwedan mafeke destûra bingehîne. Li hember hemû danezanên mafên mirovan û mafê mirovan bi rêz e.

*Bi awayeke azad mafên hemû kom û pêkhateyên civakî ya xwe rêxistinkirinê heye. Zext, bişavtin, qirkirina çandî, qirkirin û dagirkeriyê sucên mirovahiyê ne. Li beramberê van mafên gelan û civatan yê berxwedanê rewa ye.

*Hemû pêkhateyên çandî, olî, û etnîkî dikarin rêveberiyên xwe yên xweser diyarbikin, çanda xwe dikarin biparêzin û pêşbixin, xwedî mafê xwe rêxistinkirina demokratîk in. ti kes an jî ti civat baweriya xwe li ser keseke din nikare bi zorê ferz bike.

*Hemû merhaleyên perwerdê bê pere ye. Dibistana seretayî û navîn mecburî ye.

*Mafê hemû mirovan yê îltîca kirinê heye û dervî kesê ku îltîca kiriye kesek nikare wî/wê bi zorê paşde vegerînin.

*Komîn, rêxistinkirina bingehê demokrasiya raste rast in. Rêxistinên esasî yên biryar û rêvebirnê ne. Hemû pêvajoyên biryar girtinê de weke meclîseke serbixwe dixebite.

Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8 salên dawî de encamên li herêmê bi destxistiye ji bo herême asta çareseriyê de ye. Bi dagirkeriyê re pergala dixwazin bidin rawestandin ev e. Hemû gelan di nav hevde bi awayeke aştiyane li heremeke bi ewle û demokratîk de xwedî taybetmendiya ku pergaleke têra xwe dikê de ye.

Rêveberiya Xweser, bi dewletên heyî re pirsgirêkên ku derbikevin bi rêyên mûzakere û destûra bingehîn ya demokratîk de ji bo çareser bikin xwedî binesaziyeke vekiriye.

Modela Rojava; dijî milliyetgeriyê, olperestiyê, zayendperestiya ku Rojhilata Navîn ev hezar salê veguherandiye gola xwînê ji bo pirsgirêkên veguherine girehişkekê hêza jê re bibe çareserî di nava xwe de dihewîne.

ANHA