Şervanekî ku artêşa Tirk a dagirker dîl girtiye û şandiye Girê Spî ku tesfiye bibe, xwe rizgar kir

Şervanekî QSD’ê yê ku artêşa dewleta Tirk a dagirker dîl girtiye got, artêşa dewleta Tirk a dagirker ew îşkence û heqaret li wî kirine, her wiha jî piştre şandiye Girê Spî da ku tesfiye bibe. Lê belê şervan got, ji girtîgehê bi alîkariyê gundiyan piştî hefteyekê, xwe rizgar kiriye.

Şervanekî ku artêşa Tirk a dagirker dîl girtiye û şandiye Girê Spî ku tesfiye bibe, xwe rizgar kir
28 cotmeh, 2019   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema bersivdana QSD’ê ya êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li gundewarên başur-rojavayê bajarê Girê Spî yên di 19’ê Cotmehê de, şervanekî QSD’ê hatdîlgirtin. Piştî 7 rojan şervan bi alîkariya gundiyekî karî ji girtîgeha çeteyan bireviya.

Şervan Zinar Reqa, der barê çawaniya dîlgirtin û êşkenceyê ku lê hatiye kirin de axivî û îşaret pê kir ku panzêrên artêşa dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Cotmehê de tevî agirbestê êrişî gundê Solan kir. Lê li beramberê QSD’ê mafên parastina rewa yên bersivdana êrişên dagirkerî û çeteyan bi kar anîn.

Zinar Reqa wiha domand: "Me bersiva êrişan da, lê piştre cebilxaneya min xelas bû. Piştre hatim dorpêçkirin û dîlgirtin. Çavên min girêdan, gotinên nebaş kirin û bi her şêweyî îşkence kirim. Di pey wê re jî birim baregeheke dewleta Tirk a li xaka Tirkiyê. Di saeta 12 êvarê de lêpirsîn kirim û lêpirsînvana gotin, wî tesfiye bikin."

Zinar anî ziman ku di dema lêpirsînê li pêşiya kamîreyê bi awayekî baş pê re dan û standin. Lê piştre da ku bê tesfiyekirin, rêkirin Girê Spî. Li wir xist girtîgeha şexsî û rojane îçkence lê dikir.

Zinar diyar kir ku di dema di girtîgehê de çeteyan zêdetirî 25 sivîlên ji bajêr anîn wir û wiha axivî: "Ji nav wan sivîlan 2 keç jî hebûn û yek ji wan jî şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku di lingê xwe de birîndar bû."

Zinar piştrast kir ku rojane dihat îşkencekirin û bi çekên şexsî ditirsand û wiha lê zêde kir: "Her tim ji min dipirsîn û digotin: tu dixwazî çawa bimirî û bi kîjan çekê?."

Zinar li dawiyê eşkere kir ku çeteyên ku ew dîl girtiye, heman çete ew îşkence dikir.

(fr)

ANHA