Bozo Gundî: Berxwedanê, Kurd kir yek

Pisporê karûbarên Rojava rojnamevan Bozo Gundî anî ziman ku Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd kir yek û bala raya giştî ya cîhanê bir ser zihniyeta faşîzm a dewleta Tirk.

Bozo Gundî: Berxwedanê, Kurd kir yek
28 cotmeh, 2019   05:20
HELEB – SOLÎN REŞÎD

Pisporê karûbarên Rojava rojnamevan Bozo Gundî ku li Hollandayê dimîne got "Tişta ku asta berxwedanê diyar dike beriya her tiştekî encamên wê ne. Dewleta Tirk li xwe mukir hate ku ew ji beriya 5 salan ve amadekariyê şerê qirkirinê dike, li ser vê yekê bi beşdarbûna bi deh hezaran endamên hêzên xwe yên taybet û bi deh hezaran çeteyên DAIŞ û El-Qaîde şer da destpêkirin û hemû çekên giran di şer de bi kar anîn. Bi guman ev yek diyar dike ku armanca wê kirina komî ye."

‘Berxwedana şervanan a roja yekemîn dewleta Tirk bê çare kir‘

Li ser êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de Gundî diyar kir beriya şer dest pê bike Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gorî lihevkirina makanîzmeya ewlehiyê ya di navbera QSD, Amerîka û Tirkiyê de tevgeriyan û bi çekên xwe yên giran ji van herêman  vekişiyan û bargehên xwe rûxandin.

Gundî diyar kir ku berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ‘ê herdu rojên destpêkê de yên şer de dewleta Tirk bê çare hişt, ji ber vê yekê dewleta Tirk di roja sêyemîn a êrişan de çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar anî. Gundî wiha dom da axaftina xwe:  "Ev êriş îradeya berxwedanê neşkenandin û hişt ku Tirkiyê di hemû eniyên şer de windahiyên bibînin. Li aliyekê din jî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet Rojhilat û Başûr kir yek. Li welatên Ewropa û cîhanê jî giyanê yekitiî bi taybet di nava kurdan re raber bû. Dengê berxwedanê bilind bû, li gelek deverên xwepêşandan rabûn. Saziyên ragihandinê yên cîhanê jî êrişên Tirkiyê bi dagirkirin û qirkirina etnîkê bi nav kirin û berxwedana QSD‘ê silav kirin."

‘Asta berxwedanê DYA û Tirkiyê neçarî ragihandina agirbestê kirin‘

Têkildarî helwestên navdewlet yên der barê êrişên dewleta Tirk de Bozo anî ziman ku hevalbendên herî nêz ên Tirkiyê wekî Almanya, Hollanda û Brîtanyayê yên ku desteka dan dagirkirina Efrînê nerazîbûn nîşan dan. Her wiha ev berxwedanî bi awayekî lezgîn Amerîka û Tirkiyê neçarî ragihandina agirbestê kirin da ku dewleta Tirk ji çirava ku ketiyê, rizgar bike.

Bozo bal kişand ku Rûsya dixwaze rêkeftina di navbera rejîm û kurdan de, li ser esasê ku tawîzan be ku Kurd hemû daxwazên wê biperjîne. Di heman demê de Rûsya tirkan wekî kaxezeke zextê li ser kurdan bi kar tîne da ku hemû şertên ku hikûmeta Sûriyê bixwaze qebûl bike."

Bozo tiştên îro li ser erdê rû didin, bi gotina Rêber Abdullah Ocalan a berî 15 salan ve girêda ku gotibû ‘‘ Navenda şerê cîhanê yê sêyem dê Kurdistan be‘‘, û diyar kir ku roja îro şerê hêzên cîhanê li Rojavayê Kurdistanê ye.

‘Erdogan jiyana hevbeş a di bin sîwana Rêveberiya Xweser dike hedef‘

Têkildarî rewşa Kurd de, pisporê karûbarên Rojava wiha got: ‘‘Ev şerê hebûn yan tunebûnê ye. Gelê Kurd ne ji bo xwe tenê daxwaza azadiyê dike, lê belê azadiyê ji hemû h gelên Rojhilata Nevîn re dixwaze. Ev yek jî di navbera pêkhateyên gelên di hundirê Rêveberiya Xweser de jiyaneke hevbeş diqedîn in de diyar dike. Kesên mîna Erdogan jî dixwazin van ramanan îmha bike. Di şerê cîhanê yê yekem de, Ermen qir kirin. Di şerê duwem ê cîhanê de jî Cuhû qir kirin. Îro jî bi wan planên qirêj ên li Bakurê Sûriyê pêk tînin, dixwazin gelê Kurd qir bikin.‘‘

(rr)

ANHA