NATO, pêşniyara ‘Herêma ewle‘ ya di bin sîwana NY‘yê de erênî nirxand

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg pêşniyara Almanyayê ya avakirina herêma ewle di bin sîwana hêzeke navnetewî li bakur Sûriyê erênî nirxand.

NATO, pêşniyara ‘Herêma ewle‘ ya di bin sîwana NY‘yê de erênî nirxand
25 cotmeh, 2019   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Jens Stoltenberg got: "Girîng e em hewldanên xwe ji bo vedîtina tevahiya rêbazên pêkanîna çareseriyek daîm li ser erdê berdewam bikin."

Li gorî malpera fermî ya NATO`yê Jens Stoltenberg pêşniyara Almanyayê ya girêdayî avakirina herêma ewle di bin sîwana NY`î de li bakurê Sûriyê erênî niraxnd.

Li gorî malpera "Deutsche Welle" ya almanî Jens Stoltenberg piştî civîna bi wezîrên berevaniyê yên NATO`yê  re di roja duyem de got: "Me li ser hewldanên vedîtina çareseriyek siyasî û aştiyane ji aloziya Sûriyê re û pêkanîna wê li ser erdê li hev kir. Ez pêşniyara Almanyayê ya avakirina herêma ewle di bin sîwana NY`yê de erênî dinirxînim."

Tevî wê jî Jens Stoltenberg got: "Girêdayî gelek deteyên vê projeyê û destekdayîna siyasî ya pêwîst hîna hinek kar pêwîst dike."

Jens Stoltenberg wiha domand: "Me pêşniyara Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê ya herêma ewle di bin sîwana NY`yê de nîqaş kir. Texmîn dikim ku hemûyan ev pêşniyarê erênî dîtin. Ez destekê didin her pêşniyarek û çareseriyên erênî ji bo Sûriyê ku dikare asta tundî û aloziyê kêm, lê helbest ne hêsan e."

(şx)