Jinên Efrînê: Dijminatiya Tirkiyê ya dawî, berdewama komploya navdewletî ya li dijî Efrînê ye

Jinên Efrînê yên ku beşdarî meşa îro ya ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê bibûn, gotin ew ê têkoşîna xwe di her qadan de dewam bikin heta dagirkeran biqewitînin û vegerin warê xwe.

Jinên Efrînê: Dijminatiya Tirkiyê ya dawî, berdewama komploya navdewletî ya li dijî Efrînê ye
24 cotmeh, 2019   15:25
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ajansa ANHA’yê nêrînên jinên ku beşdarî meşa Kongreya Star a li kantona Şebayê ya bi hedefa şermezarkirna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê û komkujiyên bi mafên jinan û zarokan pêk hatine de, wergirtin.

Di vî warî de şêniya bi navê Solê Elî ji koçbera Efînê ya ku li ku li herêmên Şehbayê bi cih bûye wiha anî ziman: "Em dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên ji xaka me re qebûl nakin. Em dizanin ku tişta bi serê Efrîn û niha jî bi Serêkaniyê û Girê Spî de tê bi encama komploya navdewletî ya li dijî xaka û gelê me ye. Lê belê radest nabin, dê berxwedan û têkoşînê bi tevahî şêweyên wê heta rizgarkirina xaka derxistina dagirkeran, bidomînin."

Ji aliyê xwe ve jî şêniya bi navê Sewsen Xelîl wiha da zanîn: "Em şêniyên Efrînê, dê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re bisepînin ku dev ji xak û mafên xwe çiqas dem diçe bila derbas bibe, bernadin. Dê berxwedanê mîna ku bingeha rizgarkirina xaka me ye girêdayî bin. Nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xakem dagir bike, dîrok û nasnameya me qir bike."

Li aliyekî dîtir jî şêniya bi navê Remziya Cimo wiha got: "Îro dimeşin ku redkirina dagirkirina dewleta Tirkiyê ya Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, raber bikin. Her wiha jî piştrast dikin ku piştevanî gel û şervanên xwe li dijî dagirkerî û çeteyan in û soza şopandina rêça şehîd û berdewama berxwedanê heta serkeftinê didin."

Li dawiyê jî şêniya bi navê Meyasa Ebdo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha bi dawî kir: "Ji zêdetirî dagirkirna xaka me, dewleta Tirk a dagirker komkujiyan bi mafên jin û zarokên me de pêk tîne. Çete kiryar û binpêkirinên hovane bi mafên cenazeyên şehîdên me de pêk tînin. Ji lew re îro dimeşin, da ku ji tevahî cîhanê re eşkere bikin ku komploya navdewletî ya ku li dijî gel û ya ku hê jî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tê,  bi mafên mirovahî û demokratiyê de pêk tên. Em dev ji xak, têkoşîn û nasnameya xwe çiqas komplo bi ser me de tên, bernadin."

(fr)

ANHA