Şêniyên Dirbesiyê li dijî dagirkeriya Tirk daketin xwepêşandanê

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes li qadan bûn

Şêniyên Dirbesiyê li dijî dagirkeriya Tirk daketin xwepêşandanê
24 cotmeh, 2019   15:40
HESEKÊ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê jî bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Direbesiyê ya kantona Hesekê li pêşiya Navenda Ciwanan a li navçeyê kom bûn û ber bi bazarê navçeyê ve meşiyan.

 Beşdaran wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hilgirtibûn. Her wiha pankartên bi nivîsên``Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê`` vegirtibûn.

Meş li sûka navendî rawestiyan. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulwehab Xelef axivî û wiha got: ‘‘Her kes dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya çekên giran û balafiran êriş anî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan, di êrîşên xwe de komkujî derheqê şêniyan de, pêkaniye.‘‘

Xelef anî ziman kir ku wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her rêkeftinek xizmeta berjewendiyên gelê Kurd neke, ew red dikin.

Xwepêşandan bi siloganên şermezarkirina êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bû.

(rr)

ANHA