Zarokên şehîd Şivan: Bavo şiyar be me bêriya hemêza te kiriye

"Bavo şiyar be me beriya te kiriye, bavo bihêle em bikevin hemêza te, ji vê textê derkeve." bi van gotina zarokên şehîd Şivan Pêla û Lavîn bavê xwe yê ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûye oxir kirin.

Zarokên şehîd Şivan: Bavo şiyar be me bêriya hemêza te kiriye
24 cotmeh, 2019   14:51
QAMIŞLO

Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, Fermendarê Hêzên Antî Terorê Egîd Mehmûd (Tolhildan Zagros) ê ku di 20`ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûye, şervanê QSD‘ê Yûsif Nebî (Şivan Rohat) yê ku di 11`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye, şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Behcet Anco (Cûdî Feraşîn) bi yê di 14`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye îro bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatin veşartin.

Di merasîna dîmenê zarokên şehîd Şivan ku li rex cenazeyê bavê xwe rûniştibûn û bang li bavên xwe dikirin bala girseya gel kişand.

Şehîd Yûsif Nebo (Şivan Rohat) (40) bavê 7 zarokan bû (6 keçan û kurekî). Her du keçên wî Pêla û Lavîn li ber cenazeyê bavê xwe rûniştin û qêriyan. Her duyan bang li bavê xwe kirin: "Bavo şiyar be me bêriya te kir. Bavo bihêle em bikevin hemêza te. Ji vê textê derkeve û bihêle carekê em te hemêz bikin."  Girseya gel bi vê dimena bi êş bandor bûn û hêstir berandin.

Şehîd Şivan ji destpêka avabûna YPG`ê tev lê bibû, beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan bû, herî dawî di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê de şehîd bû.

Di merasîna oxirkirinê de birayî şehîd Şivan, Hemdîn Nebî got şehîd Şivan piştî êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê re axiviye û wê demê li Serêkaniyê li rex hevalên xwe li ber xwe dida û wiha jê re gotibû: "Bira tu dixwazî em canê xwe feda bikin lê em zarokên Serêkaniyê bikin qurban û dest jê berdin. Wê demê min nizanî çi bersîv bidim. Tenê min got birayê min hûn parêzvanên zarokên gelê me ne. Bi derbasbûna dagirker û çeteyna ji axa me re jiyana zarokan namîne."

(şx)

ANHA