Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe

Bi hezaran jinên Efrîn, Şehba û Dêrazorê kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Jinan piştevaniya xwe bi parêzvanên xaka xwe ragihandin.

Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Hêrsa li dijî dagirkeriyê kêm nabe
24 cotmeh, 2019   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star ên bi armanca şermezarkirina dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi hezaran jinên Efrîn, Şehba û Dêrazorê daketin qadan.

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê ji Kurd, Ereb, Tirkmen, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li meşê bûn.

Di meşê de ala YPJ/YPG`ê, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Azad, wêneyên birîndar sivîl ên di encama topbarana dewleta Tirk de birîndar bûne her wiha pankartên bi nivîsa,"Na ji tindiya li dijî zarok û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Qirkirina etnîkî bisekinînin" û "Bese ji şer re" hatin hildan.

Meş ji deriyê têketina navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê, silavkirina berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Di meşê de jinên ciwan şerîtek li devê xwe xistin da ku bê dengiya navdewletî der barê sûcên Tirkiyê her wiha şaxên zeytûnan û peykareke zarokekî bi xwîne da ku diyar bikin Tirkiyê zarokan dikuje, hatin hildan.

Xwepêşandan li parka navçeya Ehdas veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya Yûsif axivî, "Pêvajoya heyî ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibe bûye mijareke girîng li gel tevahî cîhanê, ev hemû encamên berxwedanî û lehengiya şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê."

Hediya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji azadiya jinan û jina têkoşer ditirsin û wiha anî ziman:"Ji ber zihniyeta wan zihniyeteke hovane ye. Azadî, demokrasî û mafên mirovan nas nakin. Ji ber wê sûcên hovane li djî jinên azad pêk tînin. Mînakên wan ên ber bi çav sûcên hovane li dijî şehîd Barîn, Hevrîn û Amara."

Paşê bi navê Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Wefa Hisên axivî û got, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya azad gelek destkeftî bi dest xist û ew ê heta dawiyê destekê bidin hêzên ku parastina xak û gelê herêmê dikin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker disekinin.

Xwepêşandan bi dirûmeyên silavkirina berxwedana jinên azad û silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidawî bû.

DÊRAZORÊ

Girêdayî mijarê Mala Jin a bajarokê El-Kesrat meşek lidar xist. Meş ji deriyê têketina bajarokê dest pê kir û li qada navenda bajêr veguherî mitîngê. Bi dehan jinên herêmê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li mitîngê bûn.

Di mitîngê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin. Jinan di mitîngê de gotin, îrade bi ser îradeya gelan bilind nabe û çi lihevkirinên ku xizmeta gelên herêmê nake qet nayê qebûlkirin.

Her wiha ji rêveberên Buroya Jin di Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê de Melak Abdullkerîm û ji rêveberên Komîteya Tendirûstiyê ya Meclisa Sivîl Mereyem El-Ecêl axivîn. Di axaftinan hat gotin ku Tirkiyê tenê dixwaze li ser hesabê gelên herêmê projeya Osmanî ya firehkirina dagirkeriya xwe li herêmê berdewam bike, li pêşberî çavên cîhanê sûcên hovane dike. Her kes dizane ku QSD‘ê 11 hezar şehîd dane û ji bo tinekirina dagirkeriyê amade ye şehîdên din bide.

(bx)

ANHA