Çeteyan li Girê Spî sivîlekî din revandin

Çeteyên "Ehrar El-Şerqiye" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî sivîlek revandin û li beramberî serbestberdana wî pere ji malbata wî xwestine.

Çeteyan li Girê Spî sivîlekî din revandin
24 cotmeh, 2019   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîna li Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên der mirovî ji revandin, kuştin, talankirin li Girê Spî jî didomînin.

Çeteyên navê  Ehrar El-Şerqiye li xwe dikin îro di saetên sibê de ciwanê bi navê Sebrî Osman (24) ji mala wî ya li gundê Til Finder ê rojavayê kantona Girê Spî bê sebeb, revandin.

Çavkaniyan ji ajasane me re diyar kirin ku çeteyan li beramberî serbestberdana wî nêzî 5 miliyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestine.

Tê zanîn ku di heftaya derbasbûyî de çeteyan ciwanê bi navê Hesan Celal El-Eyaf (16) û Abdullrehman Celal El-Eyaf (18) ji gundê El-Menqelê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê revandin û li bermberî serbestberdana wan 12 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wan xwestine.

Şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê banga derbasbûna hêzên navdewletî û komîteyên şopandina rastiya ji bo herêmên hatine dagiarkirin kirin. Her wiha xwestin ku vegera koçberan bi garantî pêk were.

ANHA