Jineke DAIŞ’ê ciwanekî iraqî li kampa Holê kuşt

Jineke DAIŞ’ê ya li kampa Holê ciwanekî iraqî bi derbeya çakûçê ya di serî de, kuşt.

Jineke DAIŞ’ê ciwanekî iraqî li kampa Holê kuşt
24 cotmeh, 2019   11:19
HESEKÊ

Nûçegihanê ajansa ANHA’yê ragihand ku jineke DAIŞ’ê bi navê(dayika Hemze) ciwanekî iraqî bi navê Elî Hemûd(25) ku li kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriye penaber e, kuşt.

Jina DAIŞ’ê di sûca ku kiriye, çakûça hesin bi derbeya di serî kuştî de bi kar anî.

Li gor penaberên li kampê, DAIŞ’a bi navê dayika Hemze(Um Hemze) revî û ji nişka ve winda bû.

Duh, jineke din a DAIŞ’ê ya li kampa Holê ku xetertirîn kampên li cîhanê ye, hewlda ciwanekî din ê Iraqê ku li kampê ye bi rêya kêrê bikuje. Lê di encama bi giranî ciwan birîndar kir.

(fr)

ANHA