Şêniyên Dêrazorê hebûna hêzên rejîmê red dikin

Bi sedan şêniyên Dêrazorê îro piştî nimêja Înê meşek girseyî  orgenîze kirin û hebûna hêzên rejîmê li herêmên xwe red kirin.

Şêniyên Dêrazorê hebûna hêzên rejîmê red dikin
18 cotmeh, 2019   14:04
DÊRAZOR

Şênî ji ber Mizgefta Ayşe ya li aliyên bajarokê El-Xeranîc ê girêdayî rojhilatê gundewarê Dêrazorê derketin û di nav bajakê de meşiyan. Her wiha sloganên ku hebûna hêzên rejîmê li herêmên wan red dikin, berz kirin.

Şênî piştî îdiayên ku dazgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîmê têkildarî radestkirina hinek herêmên ku Hêzên Sûriye Demokratîk rizgar kirine mîna Tebqa, Reqa û Dêrazorê ji rejîmê re çalakiyan li dar dixin. Li van herêman piştî ragihandina lihevkirina di navbera Rejîma Sûriyê  û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, êrîşên dewleta Tirk û vekişîna hêzên amerîkî ji hinek nuqteyan xwepêşendan li dar dikevin.

Li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji heftan ve çalakî li dar dikevin û tê de bang li derketina hêzên rejîmê û komên îranî ji axa ku dagirkirine û gelek şehîd û birîndar ji bo wê dane, tevî girtina gelekan dikin.

(şx)

ANHA