Bi hezaran şêniyên Dêrikê 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Li bajarê Dêrikê di merasîma oxirkirina 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê de, girseya gel û malbatên şehîdan soza berdewamkirina berxwedan, têkoşîn û heta serkeftinê dê şopdarên rêya şehîdan bin, dan.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
18 cotmeh, 2019   10:47
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê şehîdên di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.

Şênî da ku cenazeyên şehîdan bibînin, li Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn. Navên şehîdan wiha ne: Memdûh Herdewem (Restem Zêrikî), Rewşen Osman (Sorxwîn Zagros), Îbrahîm Mewlûd (Mezlûm Dogan), Hacî Akac (Şems El-Dîn Xanê), Emşa Nezfê (Lorîn Dirbêsiyê), Murad Qergêstan (Arkêş Mordem) û şehîd Borak Cekin in.

Piştî girseya gel cenaze wergirtin, bi dehan erebe ber bi Goristana Şehîd Xebat ve çûn.

Li goristanê li ser navê fermandariya YPG`ê ya Dêrikê Mehyedîn Xêrika axivî û got komên çeteyan ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve artêşa Tirk destekê dide wan, hewl didin destekeftiyên gel û pêkhateyên herêmê têk bibin, nexasim li Serêkaniyê ku ji Cebhet El-Nusra û artêşa Tirk re bûye qebristan. Ji ber vê yekê artêşa Tirk û çeteyên wê, dîsa hewl didin vî bajarî dagir bikin, lê belê hêzên wan ên qehreman li dijî artêşa Tirk efsane nivîsandin. 

Mihyedîn Xêrika got heta serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan didin.

Her wiha li ser navê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Dêrikê Heqî Botan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan, gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yên ku li dijî şerê hovane yê dewleta Tirk û çeteyên wê sekinîne, xwest.

Her wiha Heqî Botan got berdêlên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, ji hemû mirovahiyê re nameyek e, gel û pêkhate ji hemû cîhanê re îsbat kirin ku artêşa Tirk dê li hemberî Berxwedana Rûmetê ku parastina azadî û rûmeta gelan dikin, bi bin bikevin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan kirin. Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê di nava sloganên "Bijî berxwedana şehîdan" de hatin oxirkirin.

(eh)