Artêşa Tirk kerwanê sivîlan topbaran dike

Kerwanê sivîlên ji herêma Cizîrê ku îro ber bi Serêkaniyê ve rêketibû da ku sivîlên birîndar xelas bike, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, kerwanê sivîlan topbaran dike.

Artêşa Tirk kerwanê sivîlan topbaran dike
18 cotmeh, 2019   10:41
 HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, tevî agirbesta ku hatiye ragihand, lê ev agirbest binpê kirin û kerwanê sivîlan ku ji diçû Serêkaniyê topbaran kirin.

Topbarana li ser kerwan sivîlan dewam dike.

Di 13`ê mehê de, balafirên artêşa dagirker kerwanê sivîlan li Serêkaniyê bombebaran kiribû û komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anî û di encamê de 13 sivîl jê du rojnamevan şehîd bûn.

(kc)

ANHA