Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan

Bi sedan şêniyên navçeyên Şedadê û Dirbêsiyê şervanên Berxwedana Rûmetê  yên li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê şehîd bûne, oxir kirin.

Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan
Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan
Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan
Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan
Li Şedadê û Dirbêsiyê merasîmê oxirkirina şehîdan
17 cotmeh, 2019   15:46
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên QSD‘ê Ebdulqadir Mihêmîd (Şelal Hesekê), Milhim Mela El-Elî (Kerîm Şihade) û Ehmed Celad (Yeldiz) ên ku di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî êrîşa dagirkeran şehîd bûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin, bi karwanekî mezin bi dehan erebeyan berê xwe dane Goristana Şehîdan a Şedadê.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, rola şehîdan hatin nirxandin û ji malbatên şehîdan re sersaxî, sebr û aramî hate xwestin.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîdan ji aliyê Meclisa  Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Malbatên şehîdan banga girêdana bi xakê, hevgirtin û xwedîderketina şehîdan kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî, bi sedan şêniyan cenazeyê 3`ê şervanên QSD`ê  Delîl Silêman (Serhed Serêkaniyê ), Ferhad Elî (Endok Cûdî) û Ebulîlah Hemê (Ocelan Serêkaniyê ) yên ku li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî dagirkeriyê de şehîd bibûn ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê  wergirtin û berê xwe dane Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêxmûs Hêris axivî, bang li rêxistinên mirovî kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên di derheqê şêniyan de rawestîne. Her wiha diyar kir ku heta serkeftinê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Paşê nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, di nava silogan û tilîliyên dayikan de cenazeyê şehîdan, hate veşartin.

(rr)

ANHA