El-Esed: Sûriyê dê bersîva êrîşa Tirkiyê bi tevahiya rêbazên rewa bide

Serokê Rejîma Sûriyê Beşar El-Esed îro got Sûriyê dê bersîva êrîşên Tirkiyê bi rêya tevahiya rêbazên rewa bide.

El-Esed: Sûriyê dê bersîva êrîşa Tirkiyê bi tevahiya rêbazên rewa bide
17 cotmeh, 2019   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rejîma Sûriyê Beşar El-Esed dema şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya iraqî Falih El-Eeyad ê ku hatiye nameya serok wezîrê îraqî Adil Ebdulmihdî ji Sûriyê re aniye, pêşwazî kir got: "Timayên derve di herêmên me de di dirêjahiya dîrokê de ranwestî. Êrîşa Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan li ser welatê me dikevin çarçoveya wan timayan. Çendîn dirûşmeyên derew bavêje lê ew êrîşek hovane ye û Sûriyê di gelek caran de bi rêya têkbirina wekîlên wê yên terorîst bersîv daye. Sûriyê dê dîsa bi tavahiya rêbazên rewa li her herêmeke Sûriyê bersîva wê bide û li hemberê bisekine."

(şx)