2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tirbespiyê hatin oxirkirin

Bavê şehîd Şivan Abdulbarî Alîko di merasîma oxirkirina kurê xwe de bang li hemû partî û hêzên kurdî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bidine QSD`ê û yekitiya xwe ava bikin.

2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tirbespiyê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tirbespiyê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tirbespiyê hatin oxirkirin
2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tirbespiyê hatin oxirkirin
17 cotmeh, 2019   14:12
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi navên Şivan Alîko û Qehtan Xalid li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin. Her du şehîd di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê kantona Cizîrê rêvebera meclisê Welîda Botî axivî û îşaret bi soza şopandina gel ji rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê re kir.

Paşê li ser navê malbata şehîd Qehtan, apê şehîd  Cuma Xalid axivî û got bi saya şehîdan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê têk birin, ev jî li xweşiya Erdogan neçû, ji ber vê yekê dest bi êrîşên li ser Sûriyê kir.

Her wiha bavê şehîd Şivan Abdulbarî Alîko bang li hemû partî û hêzên siyasî yên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî artêşa Tirk destekê bidine QSD`ê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd di nava sloganan de ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve oxir kirin.

(eh)

ANHA