Şîrîn Ebadî: Divê em bibin dengê kesên ku li Rojava zilm li wan tê kirin

Parêzera îranî Şîrîn Ebadî ku xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye û di heman demê de endama Deklarasyona Demokratîk a Îranê ye, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew êrîş ne rewa ne.

Şîrîn Ebadî: Divê em bibin dengê kesên ku li Rojava zilm li wan tê kirin
17 cotmeh, 2019   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzera îranî Şîrîn Ebadî ku xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye û endama Deklarasyona Demokratîk a gelê Îranê ye, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiyên li dijî sivîlan têne kirin û koçberkirina bi hezaran kesan, peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin: "Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên ne rawa ne. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ku herêmê dagir bike. Ev êrîş li beramberî çavên tevahî cîhanê pêk tên. Ev yek jî tê wateya ku ew dewlet destekê didin van êrîşan."

Şîrîn Ebadî di berdewama peyama xwe de wiha nivîsand: "Ji ber wê divê em bibin dengê kesên ku zilm li Rojava li wan tê kirin. Encama van êrîşan bi sedan sivîl ji aliyê Tirkiyê ve ku li dijî sivîlan her tiştî bi kar tîne."

(bx)

ANHA