Cihên ku bombebarana dewleta Tirk rûxandine… bi dîmen

Ji ber bombebarana hovane ya balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Serêkaniyê ku ev zêdetirî hefteyekê ye rû dide, gelek malên şêniyan rûxiyane.

Cihên ku bombebarana dewleta Tirk rûxandine… bi dîmen
17 cotmeh, 2019   08:11
HESEKÊ

Ji 9`ê Cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Çete di bombebaranê de taybet bajarê Serêkaniyê dikin hedefa xwe. Dagirker hemû cureyên çekan bi kar tînin, her wiha balafirên şer jî bajêr bombebar dikin, ku di encamê de rûxandineke mezin di mal û milkên sivîlan de çêbû.

Di dîmenên ku ketin ber destê ajansa me de, rûxandina ku artêşa Tirk û çeteyan pêk aniye, diyar dibe.

(jo)

ANHA