‘Binihêrin bê ka Erdogan çi tîne serê me!’

Yek ji jinên bajarê Qamişlo îşaret bi malên ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker hilweşiyane dike û dibêje “Binihêrin bê ka Erdogan çi bi me kir!”

‘Binihêrin bê ka Erdogan çi tîne serê me!’
17 cotmeh, 2019   08:11
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve bi awaykî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di êrîşên xwe de hemû cureyên çekên giran û balafirên şer bi kar tîne. Ji herêmên ku rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker hat bajarê Qamişlo ye ku roja destpêk ji êrîşan hate topbarankirin.

Di encama wê de 7 sivîl şehîd bûn û zêdeyî 30 kesî ji wan zarok û jin birîndar bûn her wiha zerarên mezin gihîştin mal û milkên welatiyan û saziyên giştî.

Di roja destpêkê ji topbarana artêşa Tirk a dagirker ciwanên bi navê Ekrem Mihemed Nûr (16) şehîd bû û 13 kesên din jî birîndar bûn. Di roja duyemîn de zarokê bi navê Mihemed Yûsif Mihemed (12) û dayika bi navê Beşîra Kiboşî, welatiyê bi navê Hisên Silêman El-Elî ku di firneya mezin a bajarê Qamişlo de dixebitî, nasnameya kesekî din heta niha nehatiye diyarkirin, şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn. Di roja 3`emîn de Îman Îbrahîm (24) bi guleya siwîqastê dewleta Tirk li ser taxên nêzî sînor ên li beramberî bajarê Nisêbînê, şehîd bû.

Şêniyên bajarê Qamişlo êrîş û topbarana artêşa Tirk a dagirker ku wan dike hedef şermezar kir û tekez kir ku armanca dagirkeran ku şênî bajarê xwe vala bikin.

Yek ji jinên taxa Qenat Siwês a bajarê Qamşlo ku di encma topbarana 10`ê Cotemehê de cîrana wê birîndar bû got: "Bi dehan bi ser wan de ketin. Binhêrin ku bê Erdogan çi bi serê me dike!"

Artêşa Tirk a dagirerk rojane taxên bajarê Qamişlo ku nêzî 500 hezar kes têde dijîn topbaran û bomebaran dike. Şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan destnîşan dikin ku êrîş hebûna wan dikin hedef, dixwazin îradeya wan a azad têk bibin, şêniyan û malbaêtn ciwanên ku li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, dike hedef.

(bx)

ANHA