Şêniyên Çilaxa li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist. Şêniyan piştgiriya xwe ji QSD`ê re dubare kir.

Şêniyên Çilaxa li dijî dagirkeriyê meşiyan
16 cotmeh, 2019   11:01
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê ji hemû pêkhateyan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Şênî li navenda navçeyê sekinîn û pankartên şermezarkirina dagirkeriyê û silavkirina berxwedanê hildan.

Şênî li navenda navçeyê rawestiyan. Endama rêveberiya Kongreya Star Hediyê Şemo axivî û di destpêka axaftina xwe de silav ji şervanên berxwedêr re şandin.

Hediye Şemo wiha got: "Em bi rewşa şer de ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê pêk tîne, dijîn. Em vê dagirkirinê red dikin û qebûl nakin ku xaka me dagir bibe. Em dibêjin ku Sûriye ya hemû gelên Sûriyê ye, em ê tekoşîna xwe bilind bikin da ku azad bijîn."

Meş bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(jo)

ANHA