Çeteyên Tirk êrîşî Eyn Îsa kirin:3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Eyn Îsa di encama şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hêzên rejîma Sûriyê de, 3 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û 4 din jî birîndar bûne.

Çeteyên Tirk êrîşî Eyn Îsa kirin:3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan
16 cotmeh, 2019   06:37
EYN ÎSA

Duh bi şev artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşî navçeya Eyn Îsayê kirin ku noqteyên hêzên rejîmê li wir hene, hêzên rejîmê bersiva êrîşan dan û şer di navbera her du aliyan rû da.

di encama şer de 3 leşkerên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 4 din jî birîndar bûne, niha jî têne dermankirin.

(eh)

ANHA