Li Girkê Legê merasîma sersaxiya  şehîdên Berxwedana Rûmetê

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbatên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê şehîd bûbûn xwestin.

Li Girkê Legê merasîma sersaxiya  şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Girkê Legê merasîma sersaxiya  şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Girkê Legê merasîma sersaxiya  şehîdên Berxwedana Rûmetê
15 cotmeh, 2019   16:53
QAMIŞLO

Bi sedan şênî û şervan serdana konê sersaxiyê li navçeya Girkê Legê kirin ji bo ku sersaxî ji malbatên şehîdan re bixwazin.

Navên şehîdan wiha ne: Tîrêz Rojhilat bi rastnav Bobî Tabî, Şiyar Zagros bi rastnav Abdullah El-Iwêd, Dilgeş Dozhat bi rastnav Mihemed Korman, Dilşêr Qamişlo bi rastnav Muhend El-Hasûd, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şivan Elîko û şehîd dayîka Aqîde Osman a ku li Serêkaniyê di encama bomebebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku wê gelên herêmê tevahiya komployên navdewletî û herêmî bi saya fedekariyên ciwan û gelê berxwedêr û têkoşer vala derxînin. Her wiha sersaxî ji malbata şehîd Dayîka Aqîde Osman a ku jiyana xwe ji bo welatê xwe feda kir xwest.

Ji aliyê xwe ve fermedarên YPJ`ê Nûcan Xêrkî axivî û got: "Li gel êrîş û komployên ku gel û axa me dikin hedef, divê em çek û fikrê xwe bikin yek û hêzên dagirkeriyê bişkînin."

(şx)

ANHA