Fransa: Biryarên Tirkiyê û Amerîkayê dê bibe sedema vegera DAIŞ‘ê

Serokê wezîrê Fransayê Edward Phillip got, biryarên Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) yên di Sûriyê de dê encamên xirab li herêmê derxîn in, muhetem jî dê kiryarên wan bike ku DAIŞ li Sûriyê û Iraqê vegere.

Fransa: Biryarên Tirkiyê û Amerîkayê dê bibe sedema vegera DAIŞ‘ê
15 cotmeh, 2019   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Edward Phillip di rûniştineke parlemantoyê de wiha got:`` Vegera DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê ji ewlehiya me re bibe tiştekî xirabker, dibe li bakur û rojhilatê Iraqê jî derkeve, wê demê aramiya li herêma ku di esas de bê ewle ye, dê têk biçe.``

Li gorî ajansa Reuters , Phillip Washingtonê tawanbar kir ku bi biryara kişandsina 1000 leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyê , rê daye Tirkiyê êrîşî Bakurê Sûriyê bike.

(rr)